image

PeyamaKurd- Şaredarê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê û Parlamenterê berê yê HDPê yê Rihayê Osman Baydemîr, di derbarê hilbijartina Serokomariya Tirkiyeyê de axivî û diyar kir ku diviyabû Kurdan namzedê xwe derxista.

Osman Baydemîr diyar kir ku ji bo bidestxistina armancên xwe, pêwîstiya Kurdan bi yekîtiyê heye û got,

 "Ji bo Kurdan girîng bû ku di gera yekem a hilbijartinên Serokomariya Tirkiyeyê de namzedê/a xwe diyar bikira û partiyên siyasî yên Kurd jî piştgirî bidana.

Her wiha bi serketina namzedê opozisyonê ya di hilbijartinên Serokomariyê de û kontrolkirina parlamentoyê ya ji aliyê AK Partî û MHPê re; Kurdên li Tirkiyeyê dikarin hilmekê bigirin û hin zagonên ku di berjewendiya Kurdan de ne, dikarin bên derxistin.”

Baydemîr amaje bi rewşa Kurdan li Tirkiyeyê kir û diyar kir ku ji bo bidestxistina armancên xwe, pêwîstiya Kurdan bi yekrêziyê heye û got,

“Gelê Kurd her tim xwestiye hebûna xwe îspat bike, bi cîranên xwe re di nav aştiyê de bijî û mafên xwe bidest bixe.”