image

PeyamaKurd – Li Pakistanê li eyaleta Pencapê li bajarê Hafizabadê otobusekî rêwiya wergeriya û ket gola avê. Di encamê de 8 kes mirin û 30 kes birîndar bûn. Tîmên rizgarkirinê çûn ciyê bûyerê û otobusa ket nav golê bi vîncê ji golê derxsitin.

Hat ragihandin ku sedema wergerandina otobusê ji ber lezê bû ye. Birîndaran şandine nexweşxaneyan lê di nav wan de hene ku birînên wan xedarin.