image

PeyamaKurd - Siyasetmedarê nijadperest ê bi navê Rasmus Paludan ku hefteya borî li paytexta Swêd Stockholmê li ber Bayozxaneya Tirkiyeyê Quran şewitandibû, îro 27ê Çile jî li paytexta Denmark Kopenhagê dîsa Quran şewitand.

Paludan tevî hemû bertek û protestoyên misilmanan jî şewitandina Qurana pîroz a Îslamê wekî çalakiyeke nefretê didomîne ku li Kopenhagê jî careke din Quran şewitand.

Rasmus Paludan di bin parastina hêzên ewlekariyê de û bi êlek û kaska zirxî li devera Norrebro ya Kopenhagê derket pêşberî rojnamevanan û beriya şewitandina Quranê jî axaftinek kir.

Paludanê ku rexneyan li Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan jî digire dibêje ku ew dê di şewitandina Quranê de berdewam be.