image

PeyamaKurd - Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ragihand ku li Behrasor li keştiya wan a USS Carney a herbê û gelek keştiyên din ên bazirganiyê êriş hatine kirin. 

Di daxuyaniyê de, bal hatiye kişandin ku sedema wan êrişan dibe ku bi êrişên ku li Xezzeyê tên kirin ve têkildar be. 

Hatiye daxuyandin ku : "Em ji raporên êrişên ku li USS Carney (destroyer) û keştiyên bazirganiyê hatine kirin agahdar in û her ku agahiyên nû werin dê bên parvekirin."

Di daxuayniya Pentagonê de, di derheqê ku ew êriş ji aliyê kî/kê ve hatiyekirin de agahî nehat parvekirin. 

 

Ji aliyê din de li gor nûçeya Al-Jazeereyê ew êriş ji aliyê Husîyên Yemenê ve bi dronan û dehan fuzeyan hatine kirin.