image

PeyamaKurd- Rêberê ruhanî û Serokê Dewleta Vatîkanê Papa Franciscus, li ser şerê ku di navbera Rusya û Ukraynayê de dewam dike, bang li Rusyayê kir. Papa di banga xwe de ji Rusyayê xwest ku dest ji tundiyê berde.

Papa Franciscus, li Qada Azîz Petrusê ya Vatîkanê duayê xwe yê gelêrî ku her rojên yekşeman tê rêvebirin kir û di axaftina piştî dua de şerê navbera Rusya û Ukraynayê nirxand.

Papa di axaftina xwe de diyar kir ku ew ji gefa nukleerê û zêdebûna aloziya leşkerî gelek bi fikar e. Papa di axaftina xwe de got,

“Rewşa şerê li Ukraynayê wisa rûxandêr û gefxwir bûye ku metirsiyên mezin peyda dike. Li cihê ku ev birîna mirovî ya dijwar were başkirin, her ku diçe zêdetir xwînî dibe û bi metirsiya dorfirehbûnê re rû bi rû dibe.”

Papa, di dawiya axaftina xwe de bang li Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin kir ku şer rawestîne û banga agirbestê lê kir. Papa Franciscus di dewama banga xwe de got,

“Banga min, beriya her tiştî ji bo Serokê Federasyona Rusyayê ye. Ez li ser hezkirina wî ya ji bo xelkê wî lavahiyan dikim ku vê gelemşeya tundî û mirinê rawestîne. Ez li aliyê din jî xembarê êşa xelkê Ukraynayê me û bang li Serokê Dewleta Ukraynayê dikim ku ji bo pêşniyazên ji dil ên aştiyê, deriyê xwe vekirî bihêlin.”

Papa herî dawî bal kişand ser xetereya bikaranîna nukleerî jî û vê hegerê wekî hegereke dûrî aqilan nirxand.