image

PeyamaKurd- Rêberê rûhanî yê Katolikan û Serokê Dewleta Vatîkanê Papa Francis, li ser şerê navbera Rusya û Ukraynayê axivî. Papa da zanîn ku ev ne şerê navbera du welatan, şerekî cîhanê ye.

Papa Francis, di derbarê şerê Rusyayê yê li dijî Ukraynayê ku ji 24ê Sibatê ve dewam dike de axivî. Papa da zanîn ku heger mirov vî şerî tenê wekî şerê Rusya û Ukraynayê bibîne, dê mirov xeletiyê bike.

Papa li ser mijarê got, “Şerekî ku berdewam dike heye. Ez wisa bawer dikim ku mirov vê yekê wekî fîlmekî kovboyan ku mirovên baş û nebaş tê de dilîzin, bifikire dê ev bibe xeletiyek.

Di heman demê de şerê navbera Rusya û Ukraynayê jî dîtina wekî şerekî, xeletî ye. Na, ev şerekî cîhanê ye.”

Papa di axaftina xwe de bal kişand ser hegera serdana Ukraynayê û da zanîn ku di vê pêvajoyê de ev serdan di rojevê de tuneye.