image

PeyamaKurd – Serokê Vatîkanê û rêbêrî olî yê katolîkan Papa Franciscus, ew di hewldanên pêkanîna aştiyê li Ukraynayê de bi ser neketine.

Papa Francisco ji bo hin welatên naxwazin alîkariya çekan bidin Ukraynayê jî got, “Pêvajoyeke şehîdbûna gelê Ukraynayê didin destpêkirin û ev tiştekî xirab e.”

Papa da zanîn ku biserneketina hewldanên aştiyê yên qasidê taybet ê Vatîkanê yê aştiyê Kardinal Matteo Zuppi hêvî şikestinek bi xwe re aniye û diyar kir, niha gelê Ukraynayê ji ber şer pir êşê dikişîne.