PeyamaKurd- Parlamenterê Mehabadê yê Îranê Celal Mehmûdzade îdia kir ku li gorî amarên fermî, di xwepêşandanên li Mehabad û bajarên derdora wê de 13 kesan can dane lê li gorî agahiyên ne fermî, hejmar ji 100î jî derbas bûye.
Li gor nûçeya malpera Etemadonline, Mehmûdzade di axaftina xwe ya li Parlamentoya Îranê de amaje bi bûyerên xwepêşandanên ji ber kuştina Jîna Emînî kiriye û xwestiye kesên ku gule berdane bên eşkerekirin.
Hat diyarkirin ku Mahmudzade bang Serokomar Îbrahîm Reîsî û Wezîrê Karên Navxweyî Ahmet Vahîdî kiriye û gotiye,
"Di xwepêşandanên li Mehabad û bajarên Kurdan de li gorî daneyên fermî 13, li gorî daneyên nefermî 105 kes hatine kuştin.”
Di dewama agahiyan de hat diyarkirin ku Mahmudzade daye zanîn ku wan gelek caran daxwaz kiriye kesên ku gule berdane gel bên eşkerekirin û radestî dadgehê bên kirin û ji Wezîrê Karên Navxweyî Wehîdî jî xwestiye ku wekî Serokê Encumena Asayîşa welêt bersiva vê yekê bide.