image

PeyamaKurd - Hevpeymaniya Dewleta Yasa ya bi seroktiya serokwezîrê berê yê Iraqê Nurî Malikî hevpeymaniyeke nû ji bo rikberiyê li gel kutleya Sedir bike ava dike.

Rêvebera Dewleta Yasa Aliye Nuseyf ji Şefeq Newsê re gotiye: “Hevpeymaniya nû ya Dewleta Yasa dê ji hevpeymaniya Fetih û hejmarek kutleyên din pêk bê û dê bibe aliyê danûstankar ji bo pêkanîna hikûmetê.”

Aliye Nuseyf da xuyakirin: “Hevpeymaniya nû dê bibe xwediyê 85 kursiyên parlamentoyê, ku dê bibe kutleya herî mezin a parlamentoyê.”

Aliye Nuseyf daye zanîn, hikûmeta pêşerojê ya Iraqê wek hikûmetên berê dê bi rêkeftina siyasî pêk bê ku bê rêkeftina siyasî nikare hikûmet bê pêkanîn.

Li gorî destûra Iraqê, kutleya herî mezin a parlamentoyê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê dê bê erkdar kirin.

Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir piştî hilbijartinên 10ê Cotmehê ku 70 kursî bi dest aniye ragihand bû ku kutleya wî piraniye û kutleya herî mezin a parlamentoyê ye û dê hikûmeta nû ya Iraqê ew pêk bînin.

Hêjayî gotinê ye, Dewleta Yasa jî 37 kursî û hevpeymaniya Fetih jî 14 kursî bidest xistine ku hevpeymaniya heyî têra pêkanîna hikûmetê nake.