image

PeyamaKurd - Partiya Niştîmanî ya Îskoçayayê (Scotland) piştî ku doh di hilbijartinên parlamantoya welatê xwe de serkeftin bi dest xist, mijara cudabûna ji Brîtanyayê û referandûmeke din a bo serxwebûnê anî rojevê.

Seroka Partiya Niştîmanî Nicola Sturgeon kêfxweşiya xwe bi serkeftina hilbijartinan anî ziman û got, ne surprîze û wan digel serkeftinê jî piraniya dengan bidest nexistiye.

Li gorî encamên hilbijartinan Partiya Niştîmanî 57 kursî bi dest xistine, lê belê ji bo bikare hikûmetê bi tena xwe ava bike pêwîstiya wê bi 65 kursiyan heye.

Di nava Parlamentoya Îskoçyayê de nûnertiya rêjeyî heye û dibe bi dabeşkirina wan kursiyên hatine terxankirin, hejmara kursiyên Partiya Nicola Stergeon bigihe 63 kursiyan ku dîsa jî 2 kursî kêm dimînin.

Sala 2014an di referandûma cudabûna ji Brîtanyayê de, 55%ê xelkê biryar dabû di nav Brîtanya de bimînin.