
PeyamaKurd – Piştî ku çend roj berê serokê Azerbaycanê Îlham Alîyev ragihand ku Ermenistan sînorên serbixweyiya wan nas bike, Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan jî da xuyakirin ku ew amade ne herêma Qerebaxê wekî parçeyekî Azerbaycanê nas bikin.
Paşinyan got ku Ermenistan amadekariyan dike rûbereke 86.6 kîlometreyan ji axa Azerbaycanê bi fermî nas bike ku Qerebax jî di nav de heye.
Serokwezîrê Ermenistanê destnîşan kir ku divê mafên ermenên Qerebaxê bi Pakoyê re bên nîqaşkirin û got, di heman demê de Azerbaycan amade ye yekîtiya Ermenistanê nas bike.
Paşînyan da xuyarkirin, wan ev biryar daye bi mercê ku li dijî ermenên Qerebaxê siyasetên qirkirina etnîkî berdewam nekin.