image

PeyamaKurd – Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan, li ser ragihandina Wezareta Derve ya Azerbaycanê ku gotibû, wan li beramber berdana 15 leşkerên ermen ên dîlgirtî ji Ermenistanê nexşeya erdên mînkirî standiye daxuyanî da.

Paşînyan eşkere kir ku wan tenê nexşeya beşeke piçûk a erdên  mînkirî daye Azerbaycanê.

Serokwezîrê Ermenistanê dayîna nexşeyan piştrast kir û diyar kir, “Me nexşeyên erdên mînkirî dan Azerbaycanê. Lê belê ew tenê beşeke piçûk a nexşeyên di destê me de bûn.”