image

PeyamaKurd – Li gor ragihandina çapemeniya Amerîkayê; roketa Çînê ya ku çend rojin ji kontrolê derketiye, hêjî bê kontroliya xwe dewam dike. Li ser mijarê Pentagonê ragihandiye ku dibe roket danê sibê zû bikeve çoleka Turkmenistanê.

Roketa Çînê di 29 ê nîsanê de ji îstasyonê hatibû şandin û piştî ji ser rêya xwe derketibû, heya niha nehatiye kontrolkirin. CNN a Amerîkayê îdîa kir ku dibe sibê bikeve çoleka Turkmenistanê.

Roketa bi navê Long March 5B ê, piştî ji kontrola Çînê derket li dora dinyayê di sietê de li dora dinyayê bi leza 27.600 km yan digere.

Li gor pisporên pêwendîdar, Long March 5B, wê di navbera 8-10 ê gulanê de bikeve nav atmosfera dinyayê û ber bi dinyayê ve bikeve.