image

PeyamaKurd – Bo Tirkiye balafirgeha Afxanistanê ya bi navê Hamid Karzaî biparêze heyeteka ji Amerîkayê ji wezareta bergiriyê diçe Tirkiyê. Di heyetê de ji wezareta karên derve jî kes hene. Berdevkê wezareta bergiriyê yê Amerîkayê Binbaşı Rob Lodewick weha got:

“Vê hefteyê heyetekî ji wezareta bergiriyê û ya karên derve ya Amerîkayê bo parastina balafirgeha Kabîlê ya Afxanistanê ji aliyê Tirkiyê de, bo axaftina mijarê dê here Tirkiyê.”

Bo parastina balafirgehê berê serokkomarê Tirkiyê Erdoğan û serokê Amerîkayê Biden di navbera xwe de di zirweya NATO de axifîbûn lê Erdoğan desteka Amerîkayê bo parastina Kabîlê xwestibû.

Serokerkanê Amerîkayê Mark Milley ragihand ku hêj peymaneka nivîskî pêknehatiye lê mijara destekê bo meqamên jor ragihandine.