image

PeyamaKurd – Piştî daxuyaniya Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) ya derbarê êrîşên asmanî yên Tirkiyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê ku gotibû, metirsiyeke mezin li ser hêzên Amerîkî çêkirine, hat ragihandin ku bombeyên Tirkiyê pir nêzîkî personelên amerîkî yên li Rojavayê Kurdistanê ketine.

Berdevkê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) Joe Buccino, ji nivîskarê rojnameya Washington Postê David Ignatius re axivî ye û gotiye, "Hêzên Amerîkayê rûbirûyî xeteriyeke mezin in”.

Herwiha Buccino daye xuyakirin, "Van êrîşan ji niha ve erka têkoşîna dijî DAIŞê xistiye xeteriyê. Yek ji bombeyên êrîşan 130 metre nêzîkî personelê Amerîkî ket. Ji ber vê jî hêzên Amerîkî di bin metirsiyê de ne. Heke ev êrîş bi awayekî domdar bibin, wê metirsî hîn zêdetir bibe.”

Ignatius di nivîsa xwe de daye zanîn, helwesta Tirkiyeyê ya terorîzekirina Kurdan vê hefteyê gihîştiye asta teqîneke xeter û dibêje, balafirên şer ên Tirkiyeyê li deverên pir nêzîkî hêzên Amerîkî yên têkoşîna dijî zindîbûna DAIŞê didin, xistine.