image

PeyamaKurd- Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov, referandûma ku îro li herêmên Donetsk û Luhanskê tên kirin, nirxand. Peskov ragihand ku piştî encamên referandûmê, herêmên Zaporijya û Hersonê dê demildest tevlî Rusyayê bên kirin.

Peskov di nirxandinên xwe de diyar kir ku piştî hegera biryara tevlîbûna Rusyayê ya referandûmê bê eşkerekirin, ew herêm dê bên parastin û heger car din hewila bidestxistinê bê kirin, ew ê ev hewil, wekî “êrîşa li dijî Rusyayê” bê qebûlkirin.

Berdevkê Kremlinê Peskov, li ser kirariyên fermî yên tevlîkirina van herêman a nav Rusyayê jî got, “Ez qanih im ku ev pêvajo, dê bi lez û bez were rêvebirin.”

Referandûmên ku Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin piştgiriya encamên wan dike, dê heta 27ê Îlonê berdewam bikin. Her wiha ji aliyê rayedarên Ukraynayê ve jî hatibû ragihandin ku ew referandûm sexte ne û dê tu tişt neguhere.