image

PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Ûkraynayê diyar kir, hemû herêmên ku ji aliyê Rûsyayê ve hatine dagirkirin wê bên rizgarkirin, "Ev meseleya demê ye".

Di daxuyaniya wezaretê de hat destnîşankirin, di ser referandûma statuya Kirimê ya Rûsyayê re 9 sal derbas bûn.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser referandûma ku Rûsya di salên 2014 û 2022an de li Ûkraynayê li dar xistibû, tu encameke îdarî dernexistibû holê û wiha hat gotin, "Piraniya herêmên ku di sala 2022an de referandûm hatin kirin, ji aliyê Hêzên Çekdar ên Ûkraynayê ve hatin rizgarkirin. Rizgarkirina hemû herêmên din ên bi demkî yên dagirkirî bê guman wê pêk were. Ev mijara demê ye.”

Di daxuyaniyê de tekezî li ser piştevaniya eşkere û bêdawî ya civaka navdewletî, di nav de beşdarên Platforma Navdewletî ya Kirimê, derbarê yekparçeyiya axa Ukraynayê de hate gotin ku Ukrayna her hewla xwe berdewam dike "ji bo cezakirina Rûsya û rêveberiya wê ji ber êrîş, leşkerî û sûcên li dijî mirovahiyê li Ukraynayê."