image

PeyamaKurd – Îro li payîtexta Îspanya Madrîdê civîna NATO yê hebû û Îsweç û Fînlandiya ji kengê de ye dixwazin bibin endamên NATO yê lê Tirkiye endamtiyê îmze nake û şertan dide pêşiya NATO û her dû dewletan. Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan, serokkomarê Fînlandiyayê Niinistö, serokwezîra Îsweçê Andersson û sekreterê giştî yê NATO yê Stoltenberg bi hevre civiyan û peymana hevpar ya lîderan îmze kirin.

Di hevdîtinê de her weha wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu, wezîrê bergiriyê Hulusi Akar, serokê beşa danûsitendina serokkomariya Tirkiyê Fahrettin Altun, berdevkê serokkomariyê İbrahim Kalın û serokê MİT ê Hakan Fidan amade bûn. Civîn di du astan de hat kirin û ji bo çapemeniyê girtîbû. Belavoka ku Tirkiye, Îsweç û Fînlandiya bi malxweyiya sekreterê giştî yê NATO yê Stoltenberg îmze kirin wehaye:

*Bi PKK û rêxistinên dewamiya wê re, di têkoşînê de hevkariya bi temamî,

*Di têkoşîna bi hemî şeklên terorê re, divê bi Tirkiyê re hevkariya bi temamî bêkirin,

* Divê Îsweç û Fînlandiya destekê nedin PYD/YPG û FETÖ yê û soz bidin,

*Di seha sanayiya bergiriyê de astengî û dorpêçên danîne ser Tirkiyê nebin û hevkariyê zêde bikin,

*Wê Îsweç û Fînlandiya di mijarên bergiriyê û têkoşîna bi terorê re qanûnên xwe yên netewî û kiryarên xwe biguhêrin.

*Wê di seha parvekirina îstîxabaratê ya terorê û sûcên rêxistinî de yên di derbarê têkoşîna bi terorê û sûcên rêxistinî re hevkariya mekanîzma damezrandî bikin,

*Ji bo sûcdarên terorê pêngavên berbiçav bavêjin û di asta duqolî de peyman bên girêdan,

*PKK û rêxistinên dewama wê, wê pere û kesan ji bo ji rêxistinê re neşînin wê xebatên wan bên qedexekirin û lêpirsîna wan bêkirin,

*Propoganda terorê ya li dijî Tirkiyê wê berlêbigrin

*PESKO ya ku Fînlandiya û Îsweç jî di navdeye, wê destekê bidin tevlîbûna mekanîzmayên ewlehiyê yên Yekîtiya Awrûpayê,

*Ji bo van pêngavan bên şopandin, ji bo kontrola wan, wê mekanîzmayekî daîmî ya ji Dadê, Îstîxbarat û dezgeyên Ewlehiyê bê avakirin.

Piştî hevdîtinê, serokkomarê Fînlandiyayê Niinistö, daxwuyaniya ewilî da û weha got:

“Tirkiye qebûl kir ku destekê bide endamtiya me ya NATO yê. Di mijara pêngavên me yên ji bo endamtiya NATO yê de, em ê heya çend rojan bigihên encamê.

Wezîrên me yên karên derve vê hefteyê di zîrwa Madrîdê de, ji bo destekê bidin endamtiya Fînlandiya û Îsweçê, qebûl kirin ku destekê bidin û momerandûmekî xwurt îmze kirin.

Tirkiye di hefteyên borî de, di mijara endîşeyên tehdîdên terorê de ragihandina xwe kir. Fînlandiya bi awayekî ji dil li van endîşeyan dinêre. Fînlandiya hemû cûreyên terorê û derketina wê şermezar dike.”