image

PeyamaKurd – Medyaya fermî ya Rûsyayê ragihand, Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi awayekî surprîz serdana bajarê bendera Mariupolê yê Ukraynayê kir.

Di vîdeoyên fermî yên hatin weşandin de tê dîtin, Pûtîn bi şev li bajêr ajotiye û paşê jî diçe salona konserê.

Ev yekem serdana Pûtîn e ji bo axa Ukraynayê ku nû hatiye bidestxistin.

Ajansa nûçeyan a Tassê ragihand, Pûtîn bi helîkopterê çûye herêmê û bi hin kesên herêmê re jî hevdîtin pêk aniye.

Di vîdeoyê de Pûtîn di erebeyê de bi Alîkarê Serokwezîrê Rûsyayê Marat Kusnulin re tê dîtin. Kusnulin ji Pûtîn re dibêje ka meriv çawa bajêr ji nû ve ava bike.

Herwiha hat dîtin ku Pûtîn serdana Salona Filarmonîk a li bajêr kir. Salona navborî ji bo guhdarîkirina kesên ku li fabrîqeya hesin û pola Azovstal li ber xwe dan dema ku bajar ji hêla Rûsan ve hate dorpêç kirin hate bikaranîn.

Ukrayna: LI BAJAR JI 20 HEZARÎ ZÊDETİR ÎNSAN MIRINE

Bajar bû qada pevçûnên herî dirêj û xwînî yên êrîşa Rûsyayê. Zêdeyî 10 meh in di bin kontrola Rûsyayê de ye. Ukrayna dibêje zêdetirî 20 hezar kes li bajêr hatine kuştin.

Pisporên Neteweyên Yekbûyî diyar dikin ku ji sedî 90ê avahiyên bajêr zerar dîtine û bi qasî 350 hezar kes jî neçar mane ku bajêr terk bikin. Nifûsa bajêr a beriya şer derdora 500,000 tê texmîn kirin.

Hin xwecihiyên ku li herêmê dijîn ji BBC re gotin, Rûsya ji bo jinûveavakirina bajêr û qezenckirina dilê mirovan kampanyayek giran dimeşîne.

Rayedarên Rûsî diyar dikin ku niha li bajêr 300 hezar kes dijîn.

Di êrîşên Rûsyayê yên li ser bajêr de hat dîtin salona şanoyê ya ku bi sedan kes lê bi cih bûne jî hat rûxandin. Tê texmînkirin ku herî kêm 300 kes li wir mirine.

Ûkrayna û rêxistinên mafên mirovan dibêjin êrîş sûcekî şer e.