image

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di merasîmeke koleja leşkerî ya li Moskowê de, axaftinek kir û careke din gefa çekên nukleerî li welatên Rojava xwar.

Pûtîn di axaftina xwe ya ku wekê ‘Fermandarê Giştî’ kir de, got ku ew dê bi modernîzekirina ratêşa rûsî re û bi Fuzeyên Sarmat ên Nukleerî bibin hêzeke bêmînak li cîhanê.

Ji bo fuzeyên Sarmat ên nukleerî ku hêza artêşa Rûsyayê ya nukleerî pêşan didin, hatiye ragihandin ku ji bo tenê yek Fuzeya Sarmat a 24 serikên nukleerî li xwe digire, pêwîstî bi 500 fuzeyên balafirsavar heye.

Vladimîr Pûtîn diyar kir ku ti hêz nikare sîstemên moşekî yên Sarmat û hejmarek çekên wan ên pêşketî têk bide.