image

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, piştî merasîma Roja Deryavaniya Rûsyayê li St. Petersburgê, îro 31ê Tîrmehê doktrîna nû ya berfirehkirina hêzên deryavaniya Rûsyayê îmze kir.

Di merasîma Roja Hêzên Deryavaniya Rûsyayê de, zêdetirî 40 keştiyên şer, 42 balafirên şer û zêdetirî 3 hezar û 5000 leşkeran beşdarî kir.

Herwiha ji bilî Pûtîn Sererkanê Rûsya Sergey Şoygû û Fermandarê Giştî yê Deryavaniyê Nikolay Evmenov jî beşdarî merasî bûn.

Herwiha hat ragihandin ku Pûtîn doktrîna nû ya hêzên deryavaniyê îmze kiriye ku li gorî wê doktrînê tê gotin ku li hin herêmên deryayên dûr hêzên deryavaniya rûsî û baregehên wê kêm in û divê li beramber hêzên NATO û Amerîkayê bingeha hêzên deryavaniyê li sînorên avên Rûsyayê were bihêzkirin.