image

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin behsa krîza dinyayê ya xidayan kir û got; eger dorpêçên ser Rûsyayê rakin, dibe ku krîza dinyayê ya xidayê çareser bibe.

Putin di rêya telefonê de bi serokwezîrê Îtalyayê re bi Mario Draghi re axifî. Di van rojên dawiyê de Îtalya gelek hewl dide ku şerê Rûsya û Ûkraynayê raweste. Di vê çarçoveya hevdîtinan de, Putin agahiyan da serokwezîrê Îtalyayê. Beşa çapemeniyê ya Kremlînê mijarê weha ragihand:

“Vladimir Putin bi taybetî herêma Donbasê ku ji destê Ûkraynayê hatiye rizgarkirin, ji bo li wê derê jiyaneka aştiyane bê avakirin, behsa xebatên li wê derê ji serokwezîrê Îtalyayê re kir. Ji bo keştiyên sîvîl ji derya Azakê û Derya Reş derên û bi serbestî geştûguzariya xwe bikin, li ser ewlehiya wan hat axaftin. Hem behsa muzakereyên ku ji aliyê Kîev de hat rawestandin hat kirin.”

Kremlîn got ku di axaftina Putin û Draghi de behsa ewlehiya xadayê ya kureyî hat kirin û weha dewam dike:

“Bi hûrayî behsa ewlehiya xidayê ya kureyî hat kirin. Putin qebûl nekin ku arîşa xidayê ji aliyê Rûsya de hatiye afirandin. Kî Rûsyayê rexne bike an sûcdar bike niheqe. Pirsgirêkên ku dertên ortê ji hilberîn û desteka lojîstîkêye. Bi sedema pandemiyê rewşa darayî ya Amerîkayê û YA yê xerab bû û hem dorpêçên ser Rûsyayê zêde kirin.

Eger Rojava bi şertê ku dorpêçan ji ser Rûsyayê rake, wê di rêya îxracata gubre û hûbûbatan de krîz hinekî çareser bibe û em amadane destekê bidin vê yekê.”