image

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li ser babeta hevdîtina bi serokê Ûkraynayê bi Vladimir Zelenskiy re axifî û got ku ew dikare li Moskovayê hevdîtin bike. Putin li ser hevdîtina bi serokê Belarûsê li Kremlînê li ser pirsa rojnavanekî vê bersivê da.

Putin ragihand ku di demên dawiyê de rêvebiriya Ûkraynayê pêngavên têkiliyên Rûsya û Ûkraynayê bixin talûkê avêtiye û van pêngavan raste rast bandorê li Dêra Ortodoksan ya Rûsyayê û têkiliyên Rûsên li Ûkraynayê kiriye û bo wan xemgîniya xwe anî ziman. Putin weha got:

“Eger Zelenskiy dixwaze ji nûh de têkiliyan deyne, em ê tenê jê memnûn bibin. Eger bixwaze li ser Donbasê hevdîtinan bike, divê Zeleskiy bi nûnerên cudaxwaz re biaxife û Rûsyayê bixwaze ku problemê muzakere bike. Eger babet muzakereyên navbera Rûsya û Ûkrayna be, bo babetê em dikarin di nêz de li Moskovayê hev bibînin.”