image

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin biryarnameyekî nûh îmze kir û di biryarnamê de hat ragihandin ku Putin jimara leşkerên artêşa Rûsyayê %15 zêde dike û jimara leşkerên artêşa Rûsyayê wê bigihê 2 milyon û 209 hezar û 130yan.

Li gor biryarnamê; zêdekirina nû wê ji leşkerên bi peyman û xebatkaran pêk were û ji ber şerê Ûkraynayê pêdiviya Rûsyayê bi seferberiyê tine.

Biryarname di Portala Agahiyên Kremlînê de hat belav kirin û wê di serê sala 2024an de dest bi cînanînê bikin.