PeyamaKurd- Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, di derbarê mazotê de rexne li hikûmetê kir û fermanek da ji bo zêdebûna bihayên bi leztir tevbigerin.
Vladimir Putin diyar kir ku ligel qedexeya hinardeya madeyên sotemeniyê jî biha zêde bûne û got, "Tedbîr hatin girtin, lê buhayên perakende zêde dibin. Ez dixwazim ku hûn li hemberî bûyeran bi leztir reaksiyonê bidin."
Putin, di hevdîtina xwe ya bi rayedarên hikûmetê yên li paytext Moskowê re qedexeya hinardekirina benzîn û mazotê ya ku welêt di 21ê Îlonê dê xistibû meriyetê nirxand û bal kişand ku li Rusyayê bihabûna sotemeniyê ji ber zêdebûna bihaya petrolê ye û wiha got: " Bihaya petrolê zêde dibe, kompanî dixwazin bi hinardeyê herî zêde qezencê bi dest bixin. Her tişt tê fêmkirin."
Vladimir Putin diyar kir ku li Rusyayê tevî qedexeya hinardekirina sotemeniyê jî biha zêde dibin û wiha got: "Tedbîr hatin girtin, lê bihayên perakende zêde dibin. Pêdiviya xerîdar bi encaman heye. Ez dixwazim ku hûn li hember bûyeran zûtir bertek nîşan bidin ."
Putin bal kişand ser wê yekê ku ew hêvî dike ku qedexeya hinardekirinê encamên xwe bi xwe re bîne û got, "Dema ku me bi we re axivî, divê em bi kompaniyan re ji nêz ve zêdetir bixebitin da ku ew berpirsiyariyên xwe fêm bikin."