image

PeyamaKurd - Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennet, îro Înê li bajarê Soçî yê Rûsyayê civiyan. Di civînê de Pûtîn û Bennet diyar kirin ku li Sûriyê berjewendiyên wan ên hevbeş hene.

Pûtîn piştî hevdîtinê ragihandin ku têkiliyên di navbera herdu welatan de erênî ne û destnîşan kir, di rewşa Sûriyê de hin xalên hevbeş di navbera Rûsya û Îsraîlê de hene, nexasim di mijara şerê terorê de.

Pûtîn got: “Wekî hûn jî dizanin, hewldanên me yên vegerandina serweriya dewletê li Sûriyê hene. Di gelek mijaran de nakokî di navbera me de hene, lê belê xalên hevbeş û derfetên hevkariyê jî hene, bi taybetî di mijara têkoşîna li dijî terorê de. Bi giştî gelek mijar hene divê em gotûbêj bikin.”

Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennet jî got, niyeta wan a guftûgokirina pêşhatên li Sûriyê û mijara rawestandina bernameya atomî ya Îranê bi Rûsyayê re heye.