
PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladmiri Putin îro 5ê Tebaxê li bajarê Soçî yê Rûsyayê civiyan.
Putin di destpêka civîna ligel Erdogan de ragihand, “Ez dê bi hevtayê xwe yê Tirkiyê re dosyaya Sûriyê gotûbêj bikim û encamên ku dê di vê lûtkeyê de derkevin holê dê guhertinê li herêmê bi xwe re bîne.”
Vladimîr Pûtîn got, “Emê mijarên herêmî, bi taybetî krîza Sûriyê gotûbêj bikin. Tirkiye ji bo asayîkirina rewşa li vir alîkariyeke cidî dike.”
Serokê Rûsyayê diyar kir, “Ji ber ku bê navber gaza xwezayî ji Rûsyayê diçe, divê Ewropa spasiya Tirkiyê bike.”
Erdogan jî diyar kir ku ew dê ji bilî mijarên enerjî, turîzm û aboriyê di hevdîtina îro ya li Soçiyê de, li ser mijara Sûriyê jî biaxivin û got, ji ber ku ev hevdîtin rola Tirkiyê û Rûsyayê ya li herêmê nîşan dide gelek girîng e.