image

PeyamaKurd – Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Iraqê Qasim El Eracî ragihand ku hikûmeta Iraqê hewl dide Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê ku çekdar û malbatên DAIŞê tê de bigre.

 Li gorî daxuyaniya Ofîsa Qasim Eracî, di hevdîtina ligel Balyozê Bexdayê yê Azerbaycanê Nesir Memedov de, pêşxistina pêwendiyên herdu welatan û rewşa ewlehiyê hatiye gotûbêjkirin.

Eracî gotiye, tundrewî gefeke mezin li ser ewlehiya navdewletî û herêmê çêdike û diyar kiriye, armanca hikûmeta Iraqê ew e ku Kampa Holê ya li Sûriyê ango Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê bigre.

Hêjayî gotinê ye Kampa Holê di bin kontrala Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ye, û bi deh hezaran çekdar û malbatên DAIŞê tê de dimînin û weke devera herî xeter li cîhanê tê naskirin.

Li gorî amarê Neteweyên Yekbûyî (NY) li Kampa Holê hemwelatiyên 50 welatên cuda û 60 hezar kes dimînin ku 30 hezarê wan welatiyên Iraqê ne.