image

PeyamaKurd – Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby diyar kir, nexweşxane û personelên tenduristiyê yên li Xezzeya ku di bin êrîşên Îsraîlê de ye divê zêde nekevin bin xeterê û got, "Em naxwazin li nexweşxaneyan pevçûnan bibînin."

Kirby di civîna çapemeniyê ya rojane de pirsên rojnamevanan bersivand û derbarê êrîşên Îsraîlê yên li derdora Nexweşxaneya Endonezyayê ya li Xezzeyê de wiha got:

"Em di derbarê wê de pir zelal bûn. Nexweşên me li wir hene, me karmendên bijîjkî hene, mirovên bêguneh hene ku jiyana wan bi rastî di xetereyê de ye. Divê ew bêtir nekevin xeterê."

John Kirby bal kişand ser hebûna sivîlên ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê li nexweşxaneyan asê mane û got, "Ji ber vê yekê em naxwazin li nexweşxaneyan pevçûnan bibînin."

Kirby got, “Îstîxbarata min a taybet tune ka Hamas nexweşxaneya navborî (Nexweşxaneya Endonezyayê) bi kar tîne yan ta çi astê.”

Koordînatorê Ragihandina Stratejîk John Kirby derbarê îdîaya rojnameya Haaretz a têkildarî mirina di Festîvala Muzîkê ya Nova ya 7ê Cotmehê de, Îsraîl parast.

Kirby îdia kir, nûçeya rojnameyê ya ku tê îdiakirin ku di encama gulebarana Îsraîlê ya li festîvalê de gelek kes mirine "ne rast e."

John Kirby tu delîl neda û got: "Eşkere ye ku ev ne rast e. Di festîvaleke muzîkê de bi girseyî daketina paraglidingê pêk hat. Ji ber vê yekê ti eleqeya Îsraîlê bi wê re tune bû." 

Rojnameya Haaretzê derbarê nirxandina ewlehiyê ya rayedarên ewlehiyê yên Îsraîlê yên derbarê êrîşa ku Hamasê di 7ê Cotmehê de ji Xezzeyê kiribû de agahî dabû.

Di nirxandina rayedarên payebilind ên ewlehiyê yên Îsraîlê de, li ser qeydên lêpirsîna endamên Hamasê û lêkolîna polêsan a li ser bûyerê, hat diyarkirin ku Hamasê beriya niha derbarê festîvala muzîkê ya ku li nêzî Şerîda Xezzeyê hat lidarxistin de tu agahî tunebû.

Li gorî nûçeyê, di lêkolîna polîs de hatiye, piraniya beşdarên festîvalê karîne birevin, ji ber ku biryar bû nîv saet beriya dengê yekem bê bihîstin şahî were rawestandin.

Nûçegihaniya Haaretzê îdia kir, di lêkolînê de herwiha derketiye holê ku helîkoptera şer a Îsraîlê dema gule li endamên Hamasê reşandine sivîl gulebaran kirine û ev daxuyanî da.

"Li gorî çavkaniyeke polîs, lêkolîn jî nîşan dide ku helîkoptereke şer a artêşa Îsraîlê hatiye cihê bûyerê û diyar e terorîstên li wir gulebaran kirine, herwiha gule berdane hinek beşdarên festîvalê. Li gorî polîsan, di festîvalê de 364 kes hatine kuştin."