image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji bicihkirina penaberên Sûrî yên li Tirkiyê, Qeter û Tirkiye li bakurê Sûriyê bajarekî 50 hezar kes werin bicihkirin ava dikin.

Ajansa Nûçeyan a Qatarê QNA ragihandiye ku Fona Geşepêdanê ya Qeterê bi Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn a Tirkiyê (AFAD) re ji bo destpêkirina rêkarên avakirina bajarekî temam li bakurê Sûriyê hevdîtin kiriye.

QNAyê daye xuyakirin ku ev bajar ji 5 hezar xanî (apartman) û xizmetguzariyên giştî pêk tê, di nav de mizgeft, navendek bazirganiyê, dibistaneke seretayî, dibistaneke navendî û navendeke tenduristiyê hene û tê de; rê, parkên giştî, tora elektrîkê û depoyên avê tên dirustkirin.

Cihê avakirina vî bajarî li kîjan parêzgeh yan herêmê ye, nehatiya diyarkirin, lê beriya niha bi hevkariya rêxistinên Tirkî, Qeterî, Kuweytî û Filistînî, gelek gund û komelgehên niştecihbûnê li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê hatibûn avakirin.

Li gorî zanyariyan, destpêka meha Nîsanê, Fona Qeterê ji bo piştgirîkirina projeya avakirina bajarekî temam li Bakurê Sûriyê bi AFADê re peymanek îmze kiribû û hatibû ragihandin, armanca hevkariyê ew e ku bajarekî bi xizmetguzariyên giştî li bakurê Sûriyê ji bo bicihkirina 50 hezar penaberên Sûriyê ava bike.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî di Gulana 2022an de gotibû, wan projeyek amade kiriye ta ku nêzîkî yek milyon koçberên Sûrî li 13 “herêmên ewle” li bakurê Sûriyê werin bicihkirin.