image

PeyamaKurd – Li Kenya û Somaliyê barana zêde ku bi şid hat û bû sedema rabûna lehiya xwurt. Baran û rabûna lehiyê bû sedema mirina 242 kesan. Li welatên Kenyayê 142 kes û li Somaliyê 100 kes bûn candayên lehiyê.

Hukumeta Kenyayê ragihand ku ji bilî 142 miriyên wan 37 dever ketine bin bandora lehiyê û zêdetirê 460 hezar kes xaniyên xwe terk kirine. Ava Çemê Tanayê bilind bûye û 6 hezar û 500 hektar dibin avê de maye.

Li aliyê dinê baregeha karên mirovî OCHA ya bi ser Neteweyên Yekgirtî ragihand ku li Somaliyê ji bilî 100 kes mirine, 750 hezar kes bê xanî mane. Barîna baranê û rabûna lehiyê dewam dike.

Bobelat bêhtir li deverên bi navên Galmudug, Puntland, Hirshabelle, Jubaland û Benadirê bandora xwe nîşan daye.