image

PeyamaKurd – Li gorî raporeke ku pisporên Neteweyên Yekbûyî (NY) pêşkeşî Konseya Ewlekariyê ya NY kirine, rêxistina terorîst DAIŞê dema xîlafeta xwe ragihandibû, li herêmên jêr kontrola xwe çekên kîmyewî bikar anîne.

Di rapora ku li ser tawanên DAİŞê hatiye amadekirin û pêşkeşkirin de, tê gotin ku delîlên bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê wê rêxistinê ve hatine piştrastkirin û endamên koma UNITADê tevî guhdarkirina xelkê bajarê Xurmatû tevî belgeyan tomar kirine ku di navbera salên 2014-2019an de DAIŞê çekên kîmyewî li dijî xelkê deverê bikar anîne.

Pisporên NY dane xuyakirin ku ew gihîştine wê encamê ku DAIŞê di çekên xwe de, madeyên kîmyewî bikar anîne û destnîşan kirine ku bi taybet 8ê Adara 2016an di êrîşeke dijî Xûrmatûyê de, ji belgeyên fînansmana rêxistinê û peyamên wan delîlên wê yekê ketine destê wan.

Di raporê de hatiye diyarkirin, dema çêkirina wan çekan rêxistinê malbatên çekdarên can dane qerebû kirine û di tomarên payebilindên rêxistinê de jî rêberên bikaranîna wan çekan hatine dîtin û lêkolînkirin.

Rapora NY daye zanîn ku di wan çekên kîmyewî de, madeyên wekî aluminyum fosfit, klor, clostridium botulinum, siyanur, nîkotîn, risin û talyum sulfat cî digirin.

Herwiha hatiye gotin ku di nav xelkê Xûrmatûyê de heta niha jî ji ber bandora wan çekan nexweşiyên cuda yên kronîk, kanser û zayînê peyde dibin.