image

PeyamaKurd- Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin, li ser hevdîtina xwe û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê Jake Sullivan, daxuyaniyek da. Kalin da zanîn ku di hevdîtinê de ji bilî mijarên siyasî, li ser qeyrana balafirên F-16 jî guftûgo hatine kirin.

Li ser hevdîtina dualî ya ku li Koşka Mabeynê ya Serokomariyê ya Stenbolê hat kirin, ji aliyê Îbrahîm Kalin ve hûrgilî hatin parvekirin. Li gorî daxuyaniya ku hat dayîn, Kalin û Sullivan di derbarê pêwendiyên siyasî, aborî, berevanî û pîşesaziyê yên navbera Amerîka û Tirkiyeyê de axivîne.

Hat ragihandin ku mijarên din ên hevdîtinê, şerê navbera Rusya û Ukraynayê, her wiha pêvajoya endamtiya Swêd û Finlandiyayê ya NATOyê û pêşveçûnên li Deryaya Ege û Deryaya Spî û Kafkasyaya Başûr hatine nirxandin.

Li gorî daxuyaniya li ser vê hevdîtinê hat dayîn, li ser derbaskirina jiyanê ya Mekanîzmaya Stratejîk dan û stendin hatine kirin û ji bilî bendewariyên berjewendiyên hevkariyê, li ser temamkirina pêvajoya balafirên şer ên F-16 jî nirxandin hatine kirin.

Di dewama hevdîtinê de li ser rola Tirkiyeyê ya NATOyê hatiye rawestandin û ji bo ewlekariya hevpar a li dijî gefên terorî, hewcedariya hemahengî û piştgiriya bi hev re jî hatiye nirxandin.

Her wiha li ser mijarên Ege û Deryaya Spî jî hatiye rawestandin û bal hatiye kişandin ku Tirkiye dest ji berevaniya maf û berjewendiyên xwe bernade û helwest û çalakiyên Yunanîstanê yên li dijî hiqûqa navneteweyî jî qebûl nake.