image

PeyamaKurd- Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Ursula von der Leyen, Zagona Kêmkirina Enflasyonê ya li Amerîkayê nirxand û diyar kir ku ev zagon Ewropayê dike nav fikaran û ew ê rêgezên piştgiriya gel a ji bo veberhênanên pîşesaziyê hêsan bikin.

Ursula Von der Leyen, di bernameya ku li Koleja Ewropayê ya li Bruges a Belçîkayê hat lidarxistin de axivî û bal kişand ser zagona enflasyonê ya Amerîkayê.

Von der Leyen di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku Zagona Kêmkirina Enflasyonê li Amerîkayê hatiye qebûlkirin û destnîşan kir ku ev zagon plansaziyeke veberhênanê ya bi qasî 369 milyar dolarî dihewîne da ku di sektora enerjiya stratejîk û paqij de ekosîstema nû ya pîşesaziyê bê afirandin.

Leyen diyar kir ku di navbera zagonên li Amerîkayê û di Peymana Kesk a Ewropayê de wekheviyên berbiçav hene û destnîşan kir ku herdu jî stratejiyên avhewa, veberhênan û mezinbûnê dihewîne.

von der Leyen bi berdewamî bertek nîşanî zagonê da û got, "Me hemûyan çîrokên hilberînerên ku difikirin veberhênanên xwe yên pêşerojê ji Yekîtiya Ewropayê ber bi Amerîkayê ve veguhezin, bihîstine.”