image

PeyamaKurd – Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û serokê Fransayê Emmanuel Macron di rêya telefonê de li ser pêşdeçûnên herêmê, têkiliyên duqolî, muzakereyên nuklerî yên bi Tehranê re axifîn. Her dû lîder li ser pêşdebirina têkiliyan li hev kirin. Ragihandina axaftina bi telefonê ya Macron û Reîsî ji aliyê serokatiya Îranê beşa karên siyasî de, ji terefê cîgirê baregehê Muhammed Cemşîdî de, di ser hesabê Twitterê de hat kirin.

Hat ragihandin ku Macron li Reîsî geriyaye û xaftina navbera wan 90 deqe dewam kiriye. Cemşîdî weha got:

“Di axaftinê de her dû serokkomar li ser muzakereyên rakirina dorpêçan, bûyerên li herêmê, têkiliyên duqolî û pêşdebirina ku wê çawa danûsitendina dewam bidin kirin axifîn.”

Endamên konseya ewlehiyê ya NY Amerîka, Çîn, Îngîltere, Fransa û Rûsya bi Almanya (5+1) re, bi Îranê re di sala 2015an de, bi rakirina dorpêçên ser Îranê xebatên hilberîna çekên nuklerî bi peymanekî bi Îranê re xistibûn bin girêbestê. Di 18 ê gulana 2018an de serokê Amerîkayê Donald Trump yek alî xwe ji peymanê vekişandibû û peymana navbera wan xerab bûbû. Amerîka dorpêçên giran danîbû ser Îranê.