image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 5ê Kanûnê roja Duşemê, dadgeha rejîma Îranê 2 girtiyên Belûcî îdam kir.

Li gorî ragihandina Kampanyaya Çalakvanên Belûcî, îro roja Duşemê du welatiyên Belûc ku beriya niha bi tohmeta “madên hişber” hatibûn cezadan, hatine îdamkirin.

Hat diyarkirin ku navê yek ji girtiyên hatiye bidarvekirin Nasir Umerzehî (32 salî) yê xelkê bajarê Xaşê ye û kesê din jî Elîriza Naroyî (39 salî) xelkê Zahidanê û rûniştiyê bajarê Xaşê bûye.

Heman çavkaniyan daye xuyakirin ku malbata wan kesan bi îdama wan nehatiye agahdarkirin û ti hevdîtinek jî bi malbatên xwe re nekirine.

Li gorî amarên Kampanyaya Çalakvanên Belûcî ji sala 2021an zêdetir 79 Belûc di girtîgehên rejîma Îranê de hatine bidarvekirin.