image

PeyamaKurd – Wezareta berevaniyê ya Amerîkayê Pentagon ragihand ku ji bo pêdiviya desteka ewlehiyê û pêdiviya bergiriyê wê bi miqdarê 100 milyon dolarî destekê bide Ûkraynayê. Di nav paketa destekê de muhîmmatên topan, şiyanên bergiriya hewayî, çekên tanksawaran û ekîpmanên din hene.

Pentagonê ragihand ku wê desteka vê paketê bibe alîkarê parastina hewayî ya Ûkraynayê. Di nav paketa leşkerî de balafirsawarên Stingeran, fuzeyên TOW, guleyên topên 155 û 105 mm.yan, sîstemên li dijî alavên zirxî, ji 3 milyonan zêdetir muhîmmatên çekên sivik, techîzatên hewa sar û ekîpmanên lôjîstîk hene.