image

PeyamaKurd- Rayedarên Rêxistina Navneteweyî ya Efûyê (Amnesty International), di derbarê raporta şerê navbera Rusya û Ukraynayê de ku Ukrayna tawanbar kiribû, lêborîn xwest.

Rêxistina Efûyê, beriya niha bi çend rojan, raportek di derbarê şerê navbera Rusya û Ukraynayê de belav kiribû û di wê raportê de hatibû gotin ku ‘rêbazên şer ên Ukraynayê, sivîlan dixe nav xeteriyê û ev yek jî li dijî hiqûqa navneteweyî ye.’

Li ser vê raportê, nerazîbûneke tund ji aliyê Serokê Dewleta Ukraynayê Volodîmîr Zelenskiy ve hatibû nîşandan. Li ser vê yekê îro ji aliyê rêxistinê ve daxuyaniyek hat belavkirin û di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Daxuyaniya Rêxistina me ya Efûyê ya di derbarê rêbazên şerî de; rê li ber nerazîbûn û hêrsê vekiriye û em jî ji ber vê rewşê, gelek xemgîn in. Rêxistina Navneteweyî ya Efûyê, di şerên bi vî rengî de her dem pêşî li ser parastina xelkê sivîl difikire. Di vê lêkolînê de jî yekane armanca me ev bû. Em piştevanê çavdêriyên xwe ne û ji ber em bûne sedemê êşê jî em xemgîn in.”

Di daxuyaniya rêxistinê de hat diyarkirin ku binpêkirin, êrîşên Rusyayê mafdar nakin. Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Ev yek, nayê wê wateyê ku Rêxistina Navneteweyî ya Efûyê, li ser binpêkirinên hêzên Rusyayê, artêşa Ukraynayê tawanbar dike û nayê wê wateyê ku li deverên din ên welêt bergirên pêwîst nehatine girtin. Divê em bi awayekî gelek vekirî biaxivin; tu tiştekî ku me li Ukraynayê derbasî belgeyan kirine, binpêkirinên Rusyayê mafdar nake.”