image

PeyamaKurd – Roja şemîya borî li paytexta Swêd Stockholmê siyasetmedarê rastgirê tundrew Rasmus Paludan, li ber Balyozxaneya Tirkiyeyê Quran şewitandibû ku rastî karvedan û bertekan hatibû.

Li gorî nûçeya The Insiderê ew çalakiya şewitandina Quranê ji aliyê rojnamevanê rastgir Chang Frick ve hatiye organîzekirin ku heqrêya Paludan jî wî daye.

Hat diyarkirin ku Frick li xwe mikur hatiye ku wî jibo şewitandina Quranê alîkarî daye Paluden û mesrefên wî jî ji aliyê wî ve hatine dayîn.

Chang Frick bi xwe heta 2014an jî rojnamevanekî ji medya fermî ya rûsî Russia Today re dixebite bû û mûçeyê xwe jî ji wê werdigirt.

Frick daye zanîn ku her çiqas wî ji bo şewitandina Quranê cesaret nedabe Paluda jî heqrêya wî daye.

Herwiha Frick gotiye ku ew çalakî ji bo piştevaniya Kurdan hatiye kirin û divê Swêd piştgiriya bo Kurdan dewam bike.