image

PeyamaKurd-Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimîr Zelensky, di banga xwe ya neteweyî de ragihand ku Artêşa Rûsyayê zerar dane 200 mîrateyên çandî yên Ukraynayê.

Vladimîr Zelensky da zanîn ku di êrîşên ku ji 7ê Gulanê ango ji duh ve hatine kirin de ziyan li 200 mîrateyên çandî çêbûye û piraniya wan jî hatine rûxandin. Zelensky di banga xwe de da zanîn ku Artêşa Rûs roj bi roj êrîşên xwe dijwartir dike û bi moşekan êrîşî muzexaneyan dike. Li gorî Zelensky eşkere kir, Artêşa Rûs bi moşekan li Odessayê xistiye û li Odessayê jî serê her kuçe û kolanekê xwedî dîrokeke qedîm e.