image

PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Berevaniya Rusyayê ve hat ragihandin ku cebilxaneyên ku ji aliyê NATOyê ve ji bo Ukraynayê hatine şandin, ji aliyê hêzên Rus ve hatine jinavbirin.

Daxuyanî, ji aliyê Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Rusyayê İgor Konaşenkov ve hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku 45 ton cebilxaneyên leşkerî yên NATOyê ji Ukraynayê re şandibû herêma Mikolayivê, bi gelemperî hatine jinavbirin.

“Gelek wendahî hene”

Konaşenkov li ser pêvajoya şer a gelemperî jî agahî dan û ragihand ku li herêma Donetskê ya Ukraynayê, êrîş li Hêzên Mekanîze yên 72yemîn hatiye kirin û di vê êrîşê de nêzîkî 130 leşkerên Ukraynayê hatine kuştin. Li gorî agahiyên Berdevkê wezaretê dan, di heman êrîşê de 8 maşînên zirxî û maşînên din jî hatine jinavbirin.

“Zelenskiy, dixwaze veşêre”

Konaşenkov di daxuyaniya xwe de li ser helwesta rayedarên Ukraynayê ya ji bo wendahiyan jî got,

“Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, digel rêveberiya xwe pêşî lê digirin ku kêmasiyên leşkerên xwe yên li Donbasê veşêrin.”

İgor Konaşenkov, herî dawî li ser bîlançoya şer a 24 saetaên dawî jî agahî dan û ragihand ku wan li 3 navendên rêveberiyê û 5 depoyên cebilxaneyan daye.