image

PeyamaKurd – Rûsya ragihand ku 8 dîplomatên Yûnanistanê li welatê xwe Rûsyayê naxawaze. Ragihandin ji aliyê wezareta karên derve ya Rûsyayê de bi nivîskî hat kirin. Li gor wezaretê; 8 dîplomatên ku di konsulxaneya Yûnanistanê ya Moskovayê de wezîfedarin Rûsya wan naxwaze.

Wezareta karên derve ya Rûsyayê bangî serkonsulê Yûnan yê li Moskovayê kir û rewşê jê re got. Wezaret xwest ku her 8 dîplomat di nav 8 rojan de terka Rûsyayê bikin.

Terefê Yûnanistanê ragihand ku ew mafê xwe yê bersivê parastî dihêle. Terefê Yûnan bi taybetî konsulxaneyên Yûnan wê ji niha û pê de seredanên vîzeyan yên hemwelatiyên Rûsyayê qebûl neke.

Yûnanistan di meha nîsanê de 12 dîplomatên Rûsyayê derxistibû derveyê welat.