
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Rûsya cara yekem moşekavêj li nêzîkî sînorê Fînlandiyê bi cih dike.
Medyaya Brîtanî diyar kir, kompanya Îsraîlî ya îstîxbaratî ImageSat International hebûna hejmarek moşekavêjên Rûsî yên bi cureyên Tu-160 û Tu-95 li baregeha esmanî ya Olynyayê ku Moskowê ji dema şerê sar ve weke baregeheke hêzên asmanî yên Rûsyayê bikar aniye, derxistiye holê.
Herwiha hat ragihandin, dîmenên ku kompanyaya Îsraîlî bi dest xistine, ji 21ê Tebaxê ve 4 moşekavêjên bi cureyên Tu-160 û ji 25ê Îlonê ve jî 3 moşekavêjên bi cureyên Tu-95 li baregeha asmanî hatine bicihkirin.
Li gorî çavdêriyên satelaytan, beriya wê dîrokê tu moşekavêj li herêmê tunebûn û Rûsyayê çekên giran li wê derê bi cih kirine.
Herwiha kompanyaya Îsraîlî destnîşan kiriye, moşekavêj ji Baregeha Esmanî ya Engels li Saratov, 700 kîlometran li başûrê rojhilatê Moskowê ku tenê bingeha moşekên stratejîk, bombebar û çekên giran ên Rûsyayê li nêzîkî sînorê Ukraynayê ye, ber bi sînorê Fînlandiyê ve hatine veguhestin.
Di berdewamiyê de ImageSat International dibêje Rûsyayê ji destpêka şerê li Ukraynayê ve moşekên Cruise û çekên atomî li baregeha başûr-rojavayê bi cih kirine lê kar û xebatên li wê baregehê veşartî dimînin.
Derbarê binkeya asmanî ya Olynya, medyaya Brîtanî û ImageSat International jî nizanin çima Rûsyayê moşek li wir bi cih kirine lê diyar e ku guhertina stratejî hevdem e ligel gef û hişyariyên rayedarên Rûsî yên derbarê çekên atomî eger sînorên wan werin derbekirin.