image

PeyamaKurd – Berpirsekî payebilind ê Federasyona Rûsyayê diyar kir, Amerîka hewla dabeşkirina Sûriyê dide.

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov ji kanala RT ya Rûsyayê re da zanîn: ‘‘Yek ji sedemên serekî yê neseqamgirî û berdewamiya nakokiyên li Sûriyê, hebûna neyasayî ya Amerîkayê ya li wî welatî ye.’’

Sergey Ryabkov destnîşan kir: ‘‘Ez di wê baweriyê de me ku senaryoyeke Amerîkayê ji bo dabeşkirina Sûriyê heye.’’

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê eşkere kir, dijatiya welatê xwe ya li hember her hewldanekê ji bo dabeşkirina Sûriyê anî ziman û got: ‘‘Kar li ser qahîmkirina biryarên Encûmena Asayîşa Navnetewî ya derbarê yekparçeyiya axa Sûriyê em ê bikin.’’