image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku artêşa Rûsyayê îro 27ê Hezîranê firoşgeheke ku zêdetirî hezar kes ji bo danûstandinê tê de bûn, bombe kir.

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, li ser Telegramê ragihand ku Rûsyayê li bajarê Kremençuk ê Ukraynayê, firoşgeheke qelebalix bi fuzeyan kiriye armanc ku zêdetirî hezar kes dema êrîşê di nav firoşgehê de hebûn.

Zelenskiy di peyama xwe de got: "Dagirkeran li navendeke danûstandinê ya zêdetirî hezar sivîl tê de bûn xist. Di encama êrîşê de gelek kuştî û birîndar hene.”

Şaredarê Kremençukê Vitali Maletski jî derbarê êrîşê de piştrast kir ku firoşgeh bûye armanca fuzeyên rûsî û di encamê de hejmarek kuştî û birîndar çêbûne.

Zelenskiy, diyar kir ku “Tîmên hawarçûnê û agir vemirandinê hewl didin şewatê vemirînin û got, hejmara qurbaniyan nayê xeyalkirin jî. Rûsya ji ber bêçaretiya xwe êrîş dike ku bi derbasbûna jiyana normal a mirovan hêrs dibe û êrîş dike.”