image

PeyamaKurd – Di demeke ku rageşî û aloziya navbera Ûkrayna û Rûsyayê gihîştiye asta şer û NATO û welatên rojavayî piştevaniya Ûkraynayê dikin de, Rûsyayê gefa êrîşê xwar.

Hat ragihandin ku Şêwirmendê Kremlînê Fyodor Lukyanov di daxuyaniyeke xwe de gotiye, ew ti carî destûrê nadin Ûkrayna tevlî hevalbendiya NATO bibe û heta garantîya vê yekê neyê dayîn jî ew ê êrîşî Ûkraynayê bikin.

Li aliyê din li gorî nûçeya Conflict Intelligence Team, artêşa Rûsya li nêzîkî sînorên Ûkraynayê tankên xwe li xalên nû bicih kirine. Li gorî raporê nayê çaverêkirin ku Rûsya beriya sala bê operasyonekê li dijî herêmên di bin kontrola Ûkraynayê de pêk bîne.

Herwiha ji aliyê xwe ve NATOyê jî ragihandiye ku ew ji bo dagirkeriyeke muhtemel a Rûsyayê amade ne û misogeriyê didin hemû hevpeymanên xwe daku wan biparêzin.