image

PeyamaKurd - Cîgirê Serokwezîrê Rusyayê Yurî Borîsov li ser mijara firotina balafirên bêmirov bo Ûkraynayê gef li Tirkiyê xwar û got, eger Enqere balafirên bêpîlot bifiroşe Ûkraynayê, wê Moskow hevkariya xwe ya leşkerî û teknîkî bi Enqerê re di ber çavan re derbas bike.

Cîgirê Serokwezîrê Rusyayê Yurî Borisov piştî axaftina di civîna salane ya Encûmena Federal a Serokê Rusyayê Vladimir Putin de li ser pirsa, “Heger Tirkiye dronan bişîne Ukraynayê wê Rusya peywendiyên xwe yên leşkerî û teknîkî bi Enqerê re rawestîne yan na?” bersiv da û got ku ew her mijarê cûda dinirxînin.

Wezîrê Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov jî 12ê Nîsanê li ser heman mijara hevkariya leşkerî ya Tirkiye-Ûkraynayê gotibû, Moskow bang û hişyarîyê li welatên pêwendîdar û Tirkiye jî kiriye ku rewşa heyî û daxuyaniyên şer yên rejima Kievê analîz bikin û li gorî daxwazên wan ên milîtarist tevnegerin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Ûkraynayê sala 2019an balafirên bêpîlot ên Tirkiyê Bayraktar-TB2 ji Tirkiyê kirîne ku dixwazin ceribandina wan bikin.