.jpg)
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku hêzên wan li herêma Donetskê nêzîkî bajarê Bahmutê du niştingeh xistine kontrola xwe.
Li gorî ragihandina Berdevkê Wezareta Berevaniya Rûsya Îgor Konaşenkov, li herêma Donetskê hicûma hêzên rûsî dewam dike û li aliyê Krasno-Limanskiy zêdetirî 40 leşkerên ukraynî hatine kuştin.
Herwiha Konaşenkov gotiye, li herêma Donestkê niştingeha Klecçeyevka ya nêzî bajarê Bahmutê hatiye kontrolkirin û dîsa li herêma Caporijya jî niştingeha Lobkoye ketiye kontrola hêzên Rûsyayê.
Derbarê kontrolkirina wan deveran de hîn ji aliyê rêveberiya Ukraynayê ve daxuyaniyek nehatiye dayîn.