PeyamaKurd- Rusyayê, di derbarê bergirên herêmî yên li dijî terorê yên ku Azerbeycanê li Qerebaxê dane destpêkirin de daxuyanî da.
Rayedarên Wezareta Karên Derve ya Rusyayê, li ser bûyera teqîna mînê û di encamê de jî candayîna 4 polîsên li Qerebaxê daxuyanî da û wiha got:
"Rusya, ji ber operasyona dijî terorê ya li Qerebaxê bi Azerbeycanê re di nav têkiliyê de ye."
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rusyayê Maria Zakharova got, "Rusya li Qerebaxê, di operasyona taybet de bi Azerbaycanê re di têkiliyê de ye û rayedarên Azerbaycanê, agahî didin Rusyayê.”
Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê jî ragihand ku ji bo li Qerebaxê ji nû ve avakirina destûra bingehîn operasyonek li dijî terorê hatiye destpêkirin.