PeyamaKurd- Serokê Daîreya Çaremîn a Ewropayê ya Wezareta Karên Derve ya Rusyayê Yuriy Pilipson amaje bi wê yekê kir ku Tirkiyê "çek û alavan" radestî Ukraynayê kiriye.
Yuriy Pilipson li ser vê yekê got ku ev yek "berovajî neyeta pêkanîna agirbestê ye û bi rola wê ya navbeynkariyê re nagunce.
Pilipson bal kişand ser "sewqiyata çek û alavan" a Tirkiyeyê ya ji bo Ukraynayê û got,
"Enqereyê, bi caran daxwaza xwe ji bo agirbesteke zû li Ukraynayê û ji nû ve destpêkirina proseya dan û stendinan bi navbeynkariya wê haniye zimên. Helbet dayîna çek û kelûpelên leşkerî ji rejîma Kiev re rasterast berovajî van neyetan e û bi tu awayî li hev nayê.”